Rêveberiya Xweser: Hilbijartinên Perlamentoya Hikûmeta Şamê nûnertiya me nakin

Sibe ango 19’ê Tîrmehê qaşo hilbijartinên Meclisê ya hikûmeta Şamê wê pêk werin.

Rêveberiya Xweser derbarê hilbijartinan de daxuyaniyek da û diyar kir ku ti têkilîya wan bi van hilbijartinan re nîne û ew rê nadin ku hilbijartin li herêmên Rêveberiya Xweser pêk werin.

Aloziya Sûriyê qaşo ji bo guhertina desthilata Sûriyê û pêkanîna demokrasiyê bêtirî 9 salan li pey xwe hiştin.

Di vê pêvajoyê de bi sedhezaran welatîyên Sûriyê hatin kuştin û koçberkirin.

Her wiha axa Sûriyê ji aliyê hêzên herêmî û navneteweyî ve hat parçekirin.

Hikûmeta Şamê ku tenê çend herêm di bin kontrola wê de mane û dîlê destê Rûs û Îranê ye, her dem qala serweriya Sûriyê dike.

Bi rêya hilbijartinan dixwaze careke din gel bixapîne û rewatiyê bigire.

Sibe 19’ê Tîrmehê hilbijartinên Meclisê ya hikûmeta Şamê ye.

Beriya hilbijartinan hikûmetê propagandaya hilbijartinan kir.

Bi taybet li herêmên Rêveberiya Xweser di çarçoveya biçûkxistina Rêveberiyê namzetên xwe diyar kirin.

Derbarê hilbijartinên mijara gotinê de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî da.

Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku ti têkiliyên Rêveberiya Xwerser bi hilbijartinên Meclisê ya hikûmeta Şamê re nîne û wiha dewam kir:

“Di10 salên şerê Sûriyê de, welatiyên Sûrî li benda çareseriyekê ne.

Hikûmeta Şamê di hişmendiya xwe de israr dike û bi rêya hilbijartinan hewl dide hebûna xwe li ser desthilatê mayînde bike.

Hikûmet Şamê bi rêya lidarxistina hilbijartinan çareseriya aloziya Sûriyê û bangên diyaloga Sûrî-Sûrî

Rêveberiya Xweser: Em nahêlin ku sandoq li herêmên me werin danîn

Luqman Ehmê da zanîn ku ew nahêlin sandoqên hilbijartinan li herêmên Rêveberiya Xweser werin danîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir:

“Li şûna ku hikûmeta Şamê hilbijartinan li dar dixe, pêwîst e bang li hêz û aliyên niştîmanî bike û aloziya heyî çareser bikin.
Pêwîst e destûrekî nû ji bo Sûriyê were amadekirin, piştre hilbijartinên giştî pêk werin.”

Back to top button