Tirkiye di nava hewldanên xilaskirina DAIŞ’iyan de ye

Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer jî li ser heman mijarê ji televizyona me re axivî. Ebdulkerîm Omer diyar kir ku Tirkiye bi revandina malbatên DAIŞ’ê, peyama piştgiriyê dide DAIŞ’ê.

Omer anî ziman ku divê koalîsyona navneteweyî alîkariya Rêveberiya xweser bike, da ku rê li pêşiya Tirkiyê bigire.

Duh ajansa Fermî ya dewleta Tirk Ajansa Anadolu di nûçeyekê de li revandina DAIŞ’iyên li Kampa Holê, mikur hat.

Ajansa fermî ya dewleta Tirk di nûçeya xwe de wiha got,

“Istixbarata Tirk welatiyeke Moldovayî û 4 zarokên wê ku PKK û YPG ew bi zorê li Kampa Holê girtibûn, rizgar kirin”

Vê nûçeyê asta xurtbûna têkiliya DAIŞ û dewleta Tirk raxist ber çavan.

Dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide DAIŞ’iyan ji kampa Holê derxîne û li gel vê jî Hêzên Asayîşê ketine nava tevgerê.

Herî dawî Asayîşê 4 jinên Sûdanî ku hewl didan ber bi sînorê Tirkiyê ve birevin girtin.

Ew jin jî li gelek tiştan mikur hatin û diyar kirin ku dewleta Tirk ji wan re pereyan dişîne da ku ji kampê birevin.

Ebdulkerîm Umer: Tirkiyê bi revandina jinan peyama piştgiriyê da DAIŞ’ê

Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer beşdarî bernameya Îroj ya televizyona me bû û li ser xeteriya revandina jiên DAIŞ’ê axivî.

Ebdulkerîm Omer diyar kir ku Tirkiye bi revandina malbatên DAIŞ’ê, peyama piştgiriyê dide DAIŞ’ê.

Ebdulkerîm Omer got ku wan gelek hewldanên revandinê vala derxistine û ku ew ji li xwe mikur tên, berê wan li Tirkiyê bû.

Omer anî ziman ku divê koalîsyona navneteweyî alîkariya Rêveberiya xweser bike, da ku rê li pêşiya Tirkiyê bigire.

Kampa Holê derdora 67 hezar jinên DAIŞ’î û zarokên wan dihewîne. Di vê wateyê de yek ji kampên herî xeter ya cîhanê ye.

Back to top button