Ji bo 8 girtiyên rweşa wan giran banga berdanê hat kirin

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî careke din bal kişandin ser rewşa 8 girtiyên nexweş ên li girtîgeha Afyonê û banga lezgîn a berdana girtiyên nexweş kir.

Li girtîgehan jî faşîzma AKP’ê zexta li ser girtiyan zêde kiriye.

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di hefteya 306’emîn de çalakiya ji bo girtiyên nexweş li dar xist.

Daxuyanî li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Enqereyê pêk hat.

Rêvebera Navendê Nûray Çevîrmen axivî û got:

Li girtîgehan binpêkirina mafan didome. Gelek girtî ji ber nayên berdan û nayên dermankirin jiyana xwe ji dest didin.

Çevîrmen anî ziman ku bi qasî komeleya wan li Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa T a Afyonê tespît kiriye 26 girtiyên nexweş lê hene û 8 girtiyên rewşa wan giran û divê demildest werin tahliyekirin û dermankirin hene.

Çevîrmen navê girtiyên nexweş ên rewşa wan giran e û nexweşînên wan rêz kir.

Back to top button