Şehîdê rastiyê Mistefa Mihemed ronahiya azadiyê bi xwe re bire Minbicê

Dema çeteyan bajarê wi Girê Spî dagirkirin, pişta xwe neda Kobanê û got ‘ez warê xwe bernadim’. Di berxwedana rumetê de li ser gotina xwe ma û gav paş de neavêt.

Bi heman sekin û baweriyê tevlî çapemeniya azad bû. Ronahiya azadiyê, heqîqetê bi xwe re bir Minbicê. Îro 4. salvegera şahadeta hevalê me Mistefa Mihemed e. Sê sal derbas bûn û hîna jî şewqa wî li riya me dixe.

 

Mistefa Mehemed Şukrî di sala 1987’an de li gundê Yabsê yê rojhilatê Girê Spî ji dayîk bû.

Di malbateke ku ji dayik, bav, 4 bira û 7 xwîşkan pêk tê de, zarokê 7’an ê malê ye.

Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn û ya amadeyî jî li Girê Sipî qedand.

Mistefa piştre li Zanîngeha Şamê beşa ragihandinê dixwîne.

Dema ku komên çete êrîşî Girê Spî dikin, malbata Mistefa jî, wekî gelek malbatan neçar dimîne koçberî Başûrê Kurdistanê bibe.

Lê Mistefa bi gotina, “ez dest ji warê xwe bernadim” li Kobanê dimîne.

Dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kobanê jî dikin, Mistefa ji bajar dernakeve.

Mîna ciwan û welatparêzekî di nava berxwedana rûmetê de cihê xwe digire û li berxwe dide.

Piştî berxwedana dîrokî û rizgarkirina herêmê, Mistefa dest bi karê ragihandinê dike.

Bi rizgarkirina Girê Sipî re malbata Mistefa dîsa vedigere gundê xwe Yabsê.

Têkoşerê ku baweriya xwe bi hêza ragihandinê ya ronîkirina civakê anî, di sibata 2015’an de tevlî xebatên Ronahî Tv dibe.

Mistefa bernameya bi zimanê Erebî ya bi navê Îdaat amade û pêşkêş dike..

Li tenişta wê jî nûçegihantiyê dike.

Di kongreya Yekîtiya Ragihandina Azad YRA de wekî endamê Meclîsa YRA’yê tê hilbijartin.

Di dema Operasyona Rizgarkirina Minbicê destpê dike, berê xwe dide herêmê û kêlî bi kêlî dişopîne.

13’ê Tîrmehê çerxerêya Sebi Behrat a bajarê Minbicê tê rizgarkirin.

Piştî wê Mistefa û nûçegihanê ANHA’yê Kendal Cudî, çûn deverê û li derdora çerxerêyê, belgeyên çeteyan di avahiyekê de qeyid dikin.

Di dema qeydikirinê de, mayineke ku di lêgerîna şervanan de nehatibû dîtin, diteqe.

Di wir de Mistefa bi giranî birîndar dibe.

Nûçegihanê me Mistefa Mihemed Şukrî 18’ê Tirmehê li nexweşxaneya Şehîd Xebat a li bajarê Qamişlo tevlî karwanê şehîdên çapemeniya azad bû.

Rojnamevan, dîlsozê azadiyê, şopdarê rastiyê Mistefa, di nava malbat û hevalên xwe de bi dilnizimiya xwe dihat naskirin û hezkirin.

Mistefa di demeke kurt de bi kedeke gelekî mezin hewl da ku rastiyan ragihîne, wekî gelek hevalên xwe yên din ên rojnamevan ji bo ragihandina rastiya şoreşa Rojava têkoşiyaye..

Back to top button