HPG: li Heftenînê 5 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin

Berxwedaniya HPG’ê ya li dijî dagirkeriya dewleta tirk li Heftenînê mehek li pey xwe hişt.
Rojane ji herêmê agahiyên têkçûna dagirkeriyê tên.
HPG’ê herî dawî ragihand ku di çarçoveya Pêngava Cenga Heftenînê de, 5 leşkerên dagirkeriya dewleta tirk hatine kuştin.
Fermandariya Biryargeha NPG’ê jî ji ber çalakiya gerîlayan a 14’ê Tiremehê li Eyaleta Botanê, fermandar û gerîlayên li herêmê pîroz kir.

 

Li dijî dagirkeriya dewleta tirk a dagirkirina xaka başûrê Kurdistanê ev 32 rojin gerîlayên HPG û YJA Starê destanan dinivîsênin.

Navenda Ragihanin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de, daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî parve kir:

17’ê Tîrmehê gerîlayên YJA Starê Saet 09:40, 12:05 û 17:05’an li dijî leşkerên dagirker ên li Girê Şehdî Cûdî ya dever Şeşdarê bicih bûbûn çalakiyên sekvaniyê lidar xistin.

Di van çalakiyan de 3 leşkerên dewleta tirk hatin kuştin.

Di saetên nîvroyê de li dijî dagirkerên li devera Girê Tunelê ya girêdayî Şeşdarê çalakiyek sekvaniyê kirin û leşkerek hate kuştin.

Saet 13:00’an jî gerîlayan li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Bêrîvan bicih bibûn çalakiyeke sekvaniyê kir û leşkerek hate kuştin.

HPG’ê li ser êrîşên hewayî yên dagirkeriya dewleta tirk li Herêma Avaşîn û Zapê dazanîn ku ti ziyan negihiştiye gerîlayan.

 

NPG’ê ji ser çalakiya 14’ê Tîrmehê fermandariya Eyaleta Botanê pîroz kir

Her wiha Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ji ber çalakiya serkeftî ya li eyaleta Botanê ew pîroz kirin.

14’ê Tîrmehê derengiya şevê gerîlayan li eyaleta Botanê yekîneyên taybet ên dewleta tirk kir hedef û çalakiye berfireh pêk anîn.

Di çalakiyê de, 5 tîmên taybet û stargehek ku herî kêm 10 leşker têde bûn hate rûxandin.

NPG’ê ev çalakî weke mînaka taktîkên nû ya şer pênase kir û got, çalakî şêwazeke li gorî rihê serdema nû yê gerîla ye.

Fermandariya Biryargeha NPG’ê hemû fermandar û gerîlayên di nav vê çalakiyê de cihgirtine, pîroz kir.

Back to top button