Misir careke din li ber destwerdana Tirkiyê ya li Lîbyayê rabû

Hikûmeta Misirê careke din ragihand ku ew bi ti awayî destwerdana Tirkiyê di karûbarê Lîbyayê de qebûl nakin.

Li aliyê din, ji bo pêşîgirtina derbasbûna çeteyan di Lîbyayê de, Tûnisê hêzên ber sînor zêde kirine.

 

Îro careke din Misir bi zimanekî tûj li ber destwerdana Tirkiyê ya li Lîbyayê rabû.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Misirê Ehmed Hafiz destnîşan kir ku Tirkiye di destwerdana wê di Lîbya û welatên Ereban de bi awayekî ne rewa û ne li gorî biryarên Konseya Ewlehiyê ya Navnetewî tevdigere û ew vê tiştê qebûl nakin.

Tûnis hêzeke zêde ser sînorê bi Lîbyayê ve belav kir

Her wiha Wezîrê Parastinê yê Tûnisê, Îmad El-Hizqî ragihand ku ji ber rewşa Lîbyayê ya metirsîdar ku çek û çete ber wê vê tên şandin, hêzeke zêde li ser sînorên Lîbyayê hatiye belavkirin.

Back to top button