Qonaxa duyemîn a pêngava têkbirina terorê li Dêrazorê di roja 2’an de dewam dike.
Di roja duyemîn a pêngava têkbirina terorê de çeteyek hat girtin û depoyeke çekan li bajarokê Şihêl hat dîtin.
Di depoyê de, 2 hezar topên hawanê, 20 mayîn, çekek keleşnîkov û tevî guleyên wê û 5 telefon hatin dîtin.
Li gorî fermandarên QSD’ê yên li herêmê çeteyê ku hatîye girtin, dibe ku serçeteyekî DAIŞ’ê be.
Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê Mihemed El-Cebir ragihand ku wê pêngavên wan dewam bikin û got;
“Ev ne qonaxa dawî ya pêngavê ye, piştî vê qonaxê wê qonaxa sêyemîn û çaremîn jî bên kirin.”
dengî wî dema hevokê dibêje biherikînin.