Doh li navçeya Tirbespiyê, bi beşdarbûna 28 tîman, tûrnûvaya futbolê li stada Bexçê Mezin dest pê kir.
Tûrnûva ji aliyê Dibistana Biratî ya Futbolê ya navçeyê ve hat organîzekirin.
Doh di saetên êvarê de du maç di navbera tîmên beşdar de hat lîstin.
Rêveberê komîteya berprisyar a turnuvayê Hesen Tahir destnîşan kir ku armanca wan ji turnuvayê çanda biratî û hezarkirinê di nav civakê de belav bikin.
Tîmên ku bi serketin hatin xelatkirin.