Bi dîmen.. Rojnamevan Mustefa Mihemed li ser gora xwe hat bibîranîn

Çar sal li ser şahadeta endamê televîzyona me Mistefa Mihemed re derbasbû.

Rojnamevan Ş.Mistefa Mihemed li goristan Şehîd Dicle ji aliyê malbat, rojnamevan û xebatkarên saziyên ragihandinê ve hate bi bîr anîn.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad Bengîn Seydo axivî û behsa rola sereke ya rojnamevanan di ronîkirina rêya gelan de kir.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî jî diyar kir ku li Rojava rojnamevanan gavên mezin avêtin, rastiya şoreşê ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin, di oxira vê yekê de canê xwe dan.

Malbata şehîd spasiya beşdaran kirin û gotin ew bi şehadeta Mustefa û xeta ku hilbijartiye serbilind in.

Back to top button