Li Parka Azadî ya Silêmanîyê li ser dagirkerîyê panelek hat lidarxistin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî Başûrê Kurdistanê dewam dikin.
Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullha diyar kir ku dagirkeriya Tirk li dijî tevahî destketiyên Kurdan e.
Rojnamevan Pişder Babekir jî diyar kir ku Tirkiye serweriya Iraqê binpê dike û dest datîne ser dahata petrola Başûrê Kurdistanê.

Li Parka Azadî ya bajarê Silêmaniyê panelek ji aliyê Tevgera Azadî ve li ser rewşa niha ya Iraq û êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê hate lidarxistin.

Di panelê de erîş hatin şermezarkirin û berxwedana gerîla û helwesta gelê Başûr a li dijî dagirkeriyê hatin silavkirin.

Hevserokê Tevgera Azadî: Yi cudahiya vê qonaxê ji kîmyabaran û enfalê tune ye

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah di panelê de bal kişand ser rola rewşenbîran a li hemberî dagirkeriyê û got:

“Dagirkeriya Tirk li dijî tevahiya destkeftiyên gelê Kurd û xaka Kurdistanê ye.

Ti cudahiya vê qonaxê ji kîmyabaran û enfalê tune ye.

Rolê rewşenbîran di vê qonaxê de gelekî girîng e.”

Şivan Seîd: Rojane sivîl dibin qurban, aliyên pêwendîdar jî bêdeng in

Li aliyê din, berpirsê Hevpeymana Nîştimanî yê Dihokê Şivan Seîd Umer diyar kir ku rojane sivîl dibin qurban, aliyên peywendîdar jî li beramberî sûcên Tirkiyê, bêdengî bijartiye.

Şivan Umer da xuyakirin ku yekîtî, rêya tekane ye ku pêşiya êrîşên Tirkiyê bigirin, lewre divê aliyên siyasî kom bibin û li dijî dagirkeriyê bibin yek.

Berpirsê Malbenda 9’an a Komelya Îslamî ya Dihokê Felah Mistefa jî destnîşan kir ku dewleta Tirk çend kîlometreyan sînorê Dihokê dagir kiriye û got:

“Hêzên li Behdînanê nikarin li hemberî dagirkeriyê bibin xwedî helwest. Divê hêzên Kurd, bibin yek û encumeneke nîştimanî ava bikin.”

Pişder Babekir: Lihevkirinên Iraq û Tikiyê, tenê ziyanan digihîne herêmê

Rojnamevan û Çavdêrê Siyasî Pişder Babekir jî der barê lihevkirinên Iraq û Tirkiyê de da zanîn ku ti sûdeke wan lihevkirinan ji bo Iraqê tune ye û tenê ziyanê dide.

Pişder Babekir diyar kir ku Tirkiye peywendiyên Başûr û Iraq xera dike, serweriya Iraqê binpê dike û dest datîne ser dahata petrola Başûrê.

Parlamenterên Tevgera Goran piştgiriyê didin kampanyaya îmzeyan

Kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê li gelemperiya herêmê dewam dike û heta niha zêdeyî 18 hezar îmze hatine komkirin.

Parlamenterên Tevgera Goran Şaxawan Raûf Beg û Goran Umer Elî jî, piştgiriyê didin kampanyayê.

Ji aliyê din, bi dirûşma ‘Belê ji bo berxwedana dijî dagirkeriyê’ wê 22’yê vê mehê meşeke girseyî bi pêşengiya RJAK’ê li Silêmaniyê were lidarxistin.

RJAK’ê bang li hemû welatiyên Silêmanî û bajarên din ên Başûrê Kurdistanê kir, da ku weke erkeke exlaqî û mirovî tevlî meşê bibin û helwesta xwe nîşan bidin.

Back to top button