Balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, derdora bajarokê Dêrelok ê girêdayî navçeya Amêdiyê bombebaran kir.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, êrîş bi çend balafiran pêk hat.
Di encamê de, agir bi zeviyên çandiniyê ket û ziyaneke mezin gihîşt jîngeh û baxên şêniyan.
Şênî ji ber liv û tevgera domdar a balafiran, nekarîn agir vemirînin.
Dewleta Tirk a dagirker ji 15’ê Hezîran ve, êrîşên xwe bi dijwarî li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê dewam dike.