200 maşîneyê çeteyên dewleta Tirk ber bi Sêrtê ve meşiyan

Hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî duh çeteyên xwe ber bi bajarê Sêrtê ve ajot û derdora 200 maşîneyên leşkerî li nêzî bajêr bi cih kirin.

Fermandarine hêzên Wîfaqê ragihand ku wan nêzî 200 maşîneyên leşkerî ji Misratayê ber bi rêya Sêrtê ve meşandin..

Piştî vê jî, Odeya Ragihandina Şer a Artêşa Lîbî, ragihand ku hêzên wan ên deryayî dewriyên xwe li beramberî bajarê Sêrt, Ras Lanûf û el-Birêqa zêde kirin.

Almanya, Fransa û Îtalya li ser rawestandina biyanî li Lîbyayê dixebitin

Li aliyekî din, serokê Fransayê Macron li ser hesabê xwe yê twîtterê anî ziman ku welatê wî bi Almanya û Îtalyayê re dixebite da destwerdana biyanî li Lîbyayê rawestînin..

Duh jî hersê welatan di daxuyaniyeke hevbeş de ragihadibû ku ew difikirin cezayan li hêzên ku biryara qedexekirina şadina çekan bo Lîbyayê binpê dikin, bibirin.

Di daxuyaniyê de, bang li hemû hêzên biyanî kirin ku hew çekan bişînin û rêzê ji biryara qedexekirina çekan re bigirin.

Back to top button