Rêveberiya Xweser salvegera 8. a Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir

Rêveberiya Xweser, YPJ û KNK’ê bi daxuyaniyên cuda salvegera 8. a şoreşa 19’ê Tîrmehê li şehîdan û gelên Sûrî pîroz kir. Aliyan diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû şoreşa hemû gelên Sûriyê û parastina wê erka wan tevan e. Aliyan anîn ziman jî ku ew ê têkoşîna xwe dewam bikin heta bigihêjin Sûriyeke demokratîk.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê salvegera 8. a Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê, bi daxuyaniyekê pîroz kir.

Rêveberiya Xweser 19’ê Tîrmehê li malbatên şehîdan, birîndarên şer û hemû gelên Sûrî pîroz kir û destnîşan kir ku şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo hemû gelan, peymaneke girîng e.

Rêveberiya Xweser soza rizgarikirina herêmên dagirkirî da û got:

“Em soz didin miletê xwe, em ê li pey şopa şehîdên xwe bin heya hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin û hebûna Tirkiye û çeteyên wê li herêmê bi dawî bikin.

Em ê têkoşîna xwe dewam bikin heta bigihêjin Sûriyeke demokratîk û nenavendî û çareseriya demokratîk ku ewlehî û aştiya li Sûriyê misoger bike, pêk bînin.

YPJ: Parastina şoreşê erka me tevan e

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê jî, salvegera şoreşê li Rêber Ocalan, hemû şehîdên azadiyê, gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

YPJ’ê diyar kir ku şoreşa 19’ê Tîrmehê bû şoreşa hemû gelên Sûrî û teqez kir ku ji parastina şoreşa 19’ê Tîrmehê, ew ê bibin xelekek ji agir û got:

Parastina şoreşê erka me tevan e û di ser de jî weke YPJ’ê erka me ye.

Em ê li hemberî her êrîşan bibin bombeya di destê Arîn Mîrkanan de û hemû hesabên dagirkeran pûç bikin û êrîşên wan têk bibin.”

KNK: Şoreşa Rojava bi serkeftî didome

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) jî diyar kir ku şoreşa Rojava modeleke rêveberiyê ya li ser bingeha azadî, demokrasî û wekheviyê ava bû..

KNK’ê destnîşan kir ku serketineke din a herî mezin jî têkbirina hêz û desthilata tarî û hovane ya DAÎŞ’ê bû, niha jî li dijî dagirkeriyê berxwedan berdewam e.

KNK’ê di dawiyê de anî ziman ku şoreşa Rojava, bi avakirina civaka demokratîk û bi sîstema xwe ya berdêl ve, di 8. salvegera xwe de jî, bi serketî berdewam dike.

Back to top button