Artêşa Somalyayê 18 çeteyên Tevgera El-Şebab kuştin

Artêşa Somalyayê, bi desteka asmanî ya Fransayê, operasyoneke leşkerî li dijî Tevgera El-Şebaba, li başûrê welêt pêk anî û di encamê de 18 endamên tevgerê hatin kuştin.

Dezgehên ragihandinê yên Somalyayê diyar kir ku ev operasyon li herêma Cîlîb a li başûrê Somalyayê pêk hat û di nav de 2 serçete, 18 çeteyên Tevgera El-Şebab hatin kuştin.

Ev çend sal in Tevgera El-Şebab ji bo serweriya Somalyayê şer dike û rûpîvaneke mezin a xaka welêt kontrol kiriye, carcaran jî êrîşan li dijî sivîl û hêzên ewlekariyê pêk tînin.

Berpirsekî ewlekariyê ji hewldana kuştineke plankirî filitî

Li Meqedîşoya paytext jî, cîgirê wezîrê ewlekariya Somalyayê Ebd El-Nasir Se’îd Mûsa ji hewldana kuştineke plankirî filitî.

Erebeya Ebd El-Nasir Se’îd Mûsa bi bombeyeke çandî hat armanckirin û di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da, 3 sivîl jî birîndar bûn.

Heta niha ti aliyî, berpirsyariya vê teqînê li xwe negirtiye.

Back to top button