Bi dîmen.. Di qonaxa 2. a pêngava Têkbirina Terorê de, 28 çete hatin girtin

Qonaxa duyemîn a Pêngava Têkbirina terorê ya QSDê, di roja sêyemîn bi awayekî serkeftî didome. Di pêngavê de, zêdetirî 28 çeteyan ku di nav de çeteyên DAIŞê jî hene, hatin girtin. Ji fermandarên QSD’ê Sason Tohildan diyar kir ku ew cihên şaneyên DAIŞ’ê li herêmên nêzî yên li jêr kontrola hêzên hikumeta Şamê dikin armanc.

Şervanên QSD’ê li pey çeteyên DAIŞ’ê ne heya wan tune bikin..

Qonaxa duyemîn a pêngava “Têkbirina Terorê” li gundewarên rojhilat û bakur- rojhilatê Dêra Zorê di roja xwe ya sêyemîn de bi xurtî didome.

QSD’ê bi koordîneya bi Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê, YPJ’ê û tevlêbûna Hêzên Asayîşê, pêngavê bi rê ve dibe.

Heta niha di encama lêgerîn û serdegirtinê de 28 çete, ku di nav de çeteyên DAIŞê jî hene, hatin girtin.

Sason Tolhildan: Em şaneyên li nêzî herêmên hikumeta Şamê dikin armanc

Ji Fermandarên QSD’ê Sason Tohildan diyar kir ku ew cihên şaneyên DAIŞ’ê li herêmên nêzî herêmên li jêr kontrola hêzên hikumeta Şamê dikin armanc.

Li gorî Tolhildan, pêngav wê heta bidawîkirina xebatên lêgerînê li rojhilata Dêra Zorê bidome.

10’ê Hezîranê, QSD’ê qonaxa yekemîn a pêngava li dijî DAIŞ’ê li başûrê Hesekê û beyara Dêra Zorê li dirêjahiya Xabûrê heta bigihêje sînorên Iraqê bi dawî kir, tê de jî zêdetirî 110 çeteyî hatibûn girtin.

Back to top button