KCK’Ê: HEVDÎTINA 12’Ê ÇILLE HEWLDANA TÊKBIRINA BERXWEDANÊ YE

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê ragihand ku destûrdayîna sedama Mehmed Ocalan a 12’ê Çile, hewldana faşîzma AKP û MHP’ê ya ji bo têkbirina berxwedanê ye.

KCK’ê ev yek weke rêbaza şerê pisîkolojîk binav kir û ji gelê Kurd xwest ku bi siyasetên dewleta Tirk neyê xapandin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî serdana Mehmed Ocalan a Îmraliyê û hevdîtina wî li gel Rêber Ocalan, daxuyaniyek da..

Hevserokatiyê bi bîr xist ku gelê Kurd bi pêşengiya berxwedêrên çalakiya gireva birçîbûnê pêngaveke dîrokî destpê kiriye û wiha got:

Pêngava tevgera azadiya Kurdistanê ya bi slogana “Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê tek bibin û Kurdistanê azad bikin” li her devera welat û gelek navendên cîhanê belav bûye.

Li zindanan bi sedan girtî bi biryardariyeke mezin di greva birçîbûnê de ne. Li Kurdistan û çar aliyên cîhanê jî gelê Kurd li ser piya ye. Ev berxwedan bê rawestan divê rojane mezintir dibe.

Di rewşeke wiha de ku rêjîma faşîst a bi salane tecrîdeke giran li ser rêbertiya me dimeşîne, agahî hat dayîn ku Mehmet Ocalan çûye Îmraliyê û li gel Rêber Apo hevdîtin pêk aniye.

Diyare ku ev hevdîtina encama berxwedana gelê me ye. Ji ber vê çendê, em hemû berxwedêran silav dikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber diyar kir ku hevdîtina 12’ê Çile nayê wateya rakirina tecrîdê û wiha dewam kir:

Tecîrda giran a ku rêjîma faşîst li ser Rêber Apo ferz kiriye, dewam dike. Li hemberî vê yekê berxwedana me jî ranaweste. Divê hevalên berxwedêr û gelê me şaş fêm neke. Di aslê xwe de hevdîtina 12’ê Çile hewldana têkbirina berxwedanê ye. Ev rêbaza şerê psîkolojîk ji aliyê faşîzma AKP û MHP’ê ve hatiye pêşxistin.

Ji xwe di rojeke betlanê de, destûrdayîna hevdîtinê, eşkere ye ku bi niyeteke xerab hatiye kirin.

Rêjîma faşîst û qirker a li hemberî berxwedana gelê me ket nava zor û zehmetiyê, neçar ma serî li rêbazeke wiha bide. Bi vî awayî dixwaze berxwedana me têk biçe.

Em ê ti carî bi van lîstokên qirêj ên faşîzma AKP û MHP’ê neyên xapandin. Em ê li her deverê berxwedan û çalakiyên xwe zêdetir bikin.

Pêngava me a berxwedanê, wê teqez tecrîdê bişkîne û Kurdistanê azad bike.

Leave a Reply

Back to top button