Li dijî dagirkeriya dewleta tirk gerîlayan li Xakurkê û Cûdî çalakî pêk anîn. HPG’ê ragihand ku di encama van çalakiyan de, 4 leşker hatin kuştin, çeperek û mobeseyek hate teqandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrîşên dagirkeriya dewleta tirk de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Ronya de gerîlayan li Girên Şehîd Axîn û Şehîd Bêrîtan ên li Xakurkê yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker xistin bin kontrola xwe û wiha hate gotin;
“17’ê Tîrmehê gerîlayan li dijî yekîneya artêşa tirk çalaki pêk anîn.
Di encamê de çeperek hate rûxandin, kamerayeke mobeseyê hate bêkêrkirin û 3 leşkerên dagirker hatin kuştin.
13’ê Tîrmehê li qada Gelîyê Hesena yê Cûdî ya Şirnexê di navbera gerîla û artêşa Tirk a dagirker de şer çêbû.
Di şerê rûdayî de, biqasî hate zelalkirin leşkerek hate kuştin û gelek jî birîndar bû.”
HPG’ê dazanîn ku gerîla Elîşêr Hebûn heta fîşeka dawî ya xwe şer kir û şehîd bû.
Piştî şerê li herêmê dewleta tirk 14’ê Tîrmehê bi helîkopteran leşker veguhestin herêmê.
15’ê Tîrmehê jî leşkerên dagirker ji qadê vekişiyan.
HPG: Balafiran Zap bombebaran kir
HPG’ê li ser êrîşên hewayî yên dewleta tirk yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî ev agahî da.
“18’ê Tîrmehê balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qadên Kurojahro û Karker a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir.
Di van bombebaranan de tiştek bi hêzên me ne hatiye.”