XWEPÊŞANDANÊN ÊLEKZERAN BI DEHAN HEZARAN JI BO CARA 9’AN DAKETIN MEYDANAN

Doh careke din bi deh hezaran çalakgerên Êlekzer li Fransayê daketin meydanan.

Weke her carê dîsa ji ber şer û pevçûna di navbera çalakger û polîsan de, herî kêm 60 kes hatin binçavkirin.

Ji 17’ê Mijdara 2018’an ve, çalakgerên ku weke Êlekzer hatine naskirin, li Fransayê di nava çalakiyan de ne.

Xwepêşandanên ku li dijî zêdekirina baceya sotemeniye destpêkir, doh ji bo cara 9’an bi awayekî girseyî dewam kir.

Wezareta Karê Hundir a Fransayê ragihand ku bêtirî 84 hezar kes daketin meydanan.

Lê Êlekzer diyar kirin ku hejmara wan zêdetir bû.

Her wiha nêzî 80 hezar polîs jî hatin erkdarkirin.

Beşek ji çalakgeran xwe gihandin derdora Qesra Elysee û banga îstîfayê li serok-dewlet Macron kirin.

Polîsên Fransî li hemberî xwepêşandêran bombeyên gazê û ava şid bikar anîn.

Di encama destwerdanê de, bêtirî 60 Êlekzer hatin binçavkirin.

Leave a Reply

Back to top button