Misir: Ewlehîya Lîbyayê ewlehîya me ye

Hikûmeta Misirê careke din dubare kir ku ewlehiya Lîbya parçek ji ewlehiya wê ye û ew ê destwerdanên derve li xaka Lîbyayê bi dawî bikin.

Îro bi serokatiya Serokomar Ebdulfetah El-Sîsî Meclisa Parastina Niştimanî ya Misirê civiya.

Derbarê rewşa Lîbyayê de, El-Sîsî destnîşan kir ku wê xebatên xwe bidomînin heta Lîbya ji aloziyê xilas bibe.

Careke din hat diyarkirin ku ewlehiya Lîbya parçek ji ewlehiya Misirê û hemû welatên Ereban e.

Di civînê de hat diyar kirin ku wê dawî li komên teror û destwerdanên derve bê anîn.

Beriya niha jî Serokomar Ebdulfetah El-Sîsî gotibû ku ji bo wan bajarên Sirt û Cefrayê yên Lîbyayê xetên sor in û wê nehêlin çete têkevinê.

Aliyên şer hêzên xwe li derdora bajarê Sirtê zêde dikin

Li aliyê din, hat ragihandin ku çeteyên Hikûmeta Wîfaqê ya Ixwanî bi alîkariya artêşa Tirk xwe li derdora Sirtê kom dike.

Artêşa Niştimanî ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter jî ragihand ku hêzên wan ên deryayî dewriyên xwe li hemberî Sirtê zêde kirine.

Back to top button