Parlamentoya Iraqê bang li “NY” kir ku li hember êrîşên Tirkiyê bikeve tevgerê

Parlamentoya Iraqê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku li hember êrîşên dewleta Tirk ser xaka Iraqê bikeve tevgerê.

Lijneya Asayîş û Parastinê ya parlamentoya Iraqê bi nûnerên Neteweyên Yekbûyî yên li Iraqê re civiya.

Lijneyê daxwaz ji Neteweyên Yekbûyê kir da ku ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyê yên li ser xaka Iraqê, destwerdanê bike.

Herwiha serokê lijneya Çandiniya Iraqê Selam Şemerî jî bang li Hikumeta Iraqê kir da ku Tirkiyê derbarê parastina ava Iraqê de agadar bike.

Selam xwest bi awayek lezgîn lijneyek parastina ava Iraqê were çêkirin.

Back to top button