JI BO KUŞTINA KÎJAN “TERORÎSTAN” DESTÛR PIŞTGIRÎ DA TIRKYÊ?

Wezîrê Karê Derve ê Emerîkayê Mike Pompeo îdîa kir ku ew di mijara astengkirina êrişa dewleta Tirk li hemberî YPG’ê xweşbîne.

Lê Pompeo li wê yekê mukir hat ku ew piştgiriyê didin şerê Tirkiyê li hemberî hin komên din ên terorîst.

Ji ber ku Erdogan tenê gelê Kurd û tevgera wî weke terorîst binav dike, daxuyaniya Pompeo rê li ber vê yekê vedike:

Dewleta Tirk bermaberê hin berjwendiyên Emerîka, dikare êrişî Kurdên din bike.

Wezîrê Karê Derver a Emerîkayê Mike Pompo di çarçoveya gera xwe a li welatên Ereb, li Abu Dabî daxuyaniyek nû da.

Pompeo di vê daxuyaniya xwe de hem dilê dewleta Tirk xweş kir û hem jî ji bo parastina berjewendiyên xwe li Sûrî, îdîa kir ku ew ê Kurdan biparêzin.

Pompeo diyar kir ku li gel wezîrê karê derver ê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglo pêwendiya telefonî pêk aniye û wiha got:

Ez bawerim ku di berdêla pirştgiya Tirkiyê ya ji bo parastina xwe li hemberî terorîstan, ew bi hêvîne ku wê parastina Kurdên Sûrî ji êrişa dewleta Tirk misoger bikin.

Başe komên terorîst ên Pompeo behsa wan dike kîne?

Lewma dewleta Tirk a ku bi salane sînorê wê li gel DAIŞ û El Nusra vekirî ma, ti carî bi çavê terorîstan li wan temaşe nekir.

Bi taybet El Nusra ku niha ji aliyê Emerîka ve weke rêxistina terorê hatiye ragihandin, li Idlibê hevkariya dewleta Tirk dike.

Hejmara zêde ya çekdarên koma binavê “Artêşa Sûrî ya Azad” jî ji çeteyên DAIŞ û El Qaîdê pêk tê.

Ev rastî hem ji aliyê Emerîka û hem jî cîhanê ve baş tê zanîn.

Di rewşeke wiha de, diyar dibe ku Emerîka beramberî parastina berjewendiyên xwe, wê hê zêdetir destek û piştgiriyê bide Tirkiyê da ku êrişî Tevgera Azadiya Kurdistanê bike.

Dawiya sala 2018’an biryara Emerîka a derbarê 3 pêşengên tevgera azadiya Kurd de weke nîşaneya vê yekê bû.

Ji xwe serdana ji nişkê ve a Pompeo ji bo Iraq û Başûrê Kurdistanê, radixe ber çavan ku wê li dijî tevgera Kurd û bi taybet hêza gerîlla êrişeke mezin pêk were.

Leave a Reply

Back to top button