Li bajarokê Seco yê li bakurê Helebê erebeyeke bombekirî teqiya

Li bajarokê Seco yê li bakurê Helebê erebeyeke bombebarkirî teqiya, di teqînê de kuştî û birîndar çêbûn.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku erebeyeke bombebarkirî li nêzî çerxrêya bajarokê Seco yê li bakurê Helebê ku di bin dagirkeriya çeteyên Tirkiyê de ye, teqiya.

Li gorî agahiyên destpêkê, di teqînê de 5 kes hatin kuştin û zêdeyî 20 kesî jî birîndar bûn.

Her wiha zirarên madî yên mezin gihîştin cihê teqînê.

Back to top button