YPG: Li hemberî êrîşên paşverû em ê şoreşê biparêzin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê di serî de li Rêberê Gelê Kurdisatan, şehîdên şoreşê û li hemû gelê Kurd re pîroz kir û got:

Careke din soza xwe dûbare dikin û li hemberî hemû êrîşên paşverû em ê bibin teminata şoreşê û gelên xwe biparêzin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê daxuyaniyek nivîskî da.

Fermandariya Giştî diya kir ku şoreşa Rojava ji bo hemû gelên cîhanê hêviyek mezin ava kir.

Fermandariyê got ku şoreşa Rojava wekî hemû ezmûnên şoreşên cîhanî bê guman di bin şert û mercên pir giran de hebûna xwe ava kir.

Fermandariyê got: Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji hemû cîhanê re nîşan da ku tenê rêya derketina ji krîzê ku ji ber pergala kapîtalîzmê di tevahiya cîhanê de tê jiyankirin, li ser esasê neteweya demokratîk gengaz e. Ev çend bû nimûyek yekane ji bo tevahî gelên cîhanê. Ji ber vê yeke şoreşa Rojava ji bo hemû gelan bûye mînaka avakirina pêşerojên azad.

Fermandariyê anî ziman ku wê cardin sekna xwe ya bi biryar raber dikin û sozdariya xwe ya heya dilopa xwîna xwe ya dawî wê parastina şoreş, gel û civaka xwe bikin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê di serî de li Rêberê Gelê Kurdisatan, şehîdên şoreşê û li hemû gelê Kurd re pîroz kir.

Back to top button