QSD’ê 6 dergehên derbaskirina çek û şaneyan dîtin

Operasyonên QSDê di çarçoveya qonaxa 2. a pêngava “Têkbirina Terorê” li Dêra Zorê, di roja 4’an de dewam dikin. QSDê her wiha 6 dergehên ku çend herêmên li ser qiraxa çemê Firatê bi hev ve girê didin, dîtin.

Li gorî nûçeya Ajansa ANHAyê jî, şervanan 6 dergehên ku herêmên “Meyadîn, Şehîl, El-Zir, Hewayic” yên li ser qiraxa çemê Firatê bi hev ve girê didin, dîtin.

Çeteyan ev 6 dergeh û koorîdor bi rêka keştiyên piçûk ji bo derbaskirina çek û şaneyan di navbera her du aliyên çemê Firatê de, bi kar tanîn.

ANHAyê da zanîn ku şervanên QSDê dest danîn ser keştiyan û koorîdor xetimandin.

Her wiha nuqteyên nû jî di wan koorîdoran de ava kirin da careke din neyên bikaranîn.

Back to top button