
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe, xwezaya Efrînê bêserûber talan û wêran dikin û herî dawî darên li gundê Mist Eşûrê yê Mabatayê, birîn.
Li gorî Malpera Afrîn Post, çeteyên dewleta Tirk darên li gundê Mist Eşûrê û yên li derdora wê bi temam birîne û difiroşin.
Çeteyan her wiha darên li gundê Birîmce yê Mabatayê, Hec Qasimo û Tirmîşa yên Şiyê jî birîn.
Çete li ser şêniyên gundên Bilbilê bacan disepînin
Heman malperê, eşkere kir jî ku çeteyên dewleta Tirk bacan li ser berhemên ‘Simaq û Behîvan’ ên şêniyên gundên navçeya Bilbilbê Zerika, Kêla û Cobana ferz dikin.
Li gorî malperê, çete 10% ji rirxê berheman ji xwe re dibin..