PKK: Şoreşa Rojava bûye hêvî û ronahî

Komîteya Rêveber a PKK bi boneya salvegera 8’emîn a Şoreşa Rojava daxuyaniyek da.

PKK’ê diyar kir ku şoreşa azadiyê ya Rojava bûye ronahî û hêviyek û got, “Li ser xeta modernîteya demokratîk a Rêber Apo û li ser şopa şehîdên qehreman wê ev rewşa ronahî û hêviyê bidome.”

Komîteya Rêveber a PKK bi boneya salvegera 8’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand.

PKK’ê di şexsê şehîdên pêşeng ên şoreşê Şîlan Kobanê, Xebat Dêrik, Gelhat Gabar, Arîn Mîrkan, Ednan Ebû Emcet de hemû şehîdên rojava, bibîranî.

Di dewama daxuyaniya PKK’ê de wiha tê gotin;

“Şoreşa Azadiyê ya Rojava bi saya keda bîst salan a Rêber Abdullah Ocalan û ezmûna têkoşîna azadiyê ya gelê me yê Kurdistanê pêk hat.

8 sale DAIŞ, El Nusra, AKP û MHP di serî de li dijî hemû êrîşên hovane yên faşîst, li ser fikra netewa demokratîk û xweparastinê yên Rêber Apo xwe parast.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê di dewama daxuyaniya xwe de balkişand li ser hîmê şoreşê ya li ser bingeha biratiya gelan û got:

“Şoreşa azadiyê ya Rojava şoreşa Neteweya Demokratîk a gelên Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen, Ermen û gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ye.”

PKK: Şoreşa Rojava şoreşa jin e û li ser xeta jin hatiye avakirin

PKK’ê di daxuyaniyê de îşaret bi pêşengtiya jinan ya di şoreşa rojava de jî kir û wiha dewam kir:

“Di dîrokê de di ti şoreşê de bi qasî ya Rojava tevlêbûn û pêşengiya jinan pêk nehatiye.

Li ser vê bingehê ev şoreş bûye şoreşa jinan û xeta azadiyê ya jinan hatiye avakirin.

Jin him pêşengiya avakirina civaka azad dikin û him jî bi xweparastinê şoreşê diparêzin.

Hêza afirîner û serketî ya li ser xeta azadiya Apocî xwe ava kiriye, di pratîka Rojava de xwe daye der.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê di daxuyaniyê de bal kişand li ser êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk û ev tişt anî ziman:

“Dagirkeriya tifaqa AKP-MHP’ê ya bi dagirkirina Cerablûs û Babê dest pê kiriye heta Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dewam kir. Em bawer in ku di sala 9’emîn a şoreşa azadiyê de wê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê van derên dagirkirî rizgar bikin û li hemberî hemû êrîşan şoreşê biparêzin.”

PKK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku şoreşa azadiyê ya Rojava ji bo jin, ciwan û hemû kesî bûye ronahî û hêviyek û destnîşan kir ku li ser xeta modernîteya demokratîk a Rêber Apo û li ser şopa şehîdên qehreman wê ev rewşa ronahî û hêviyê berdewam bike.

Back to top button