Duh Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf gihîşt Bexdayê û bi rayedarên Iraqê re rûnişt.
Mihemed Zerîf diyar kir ku têkiliyên wan di warê enerijiyê de bi Iraqê re baş in û ti carî xera nabin.
Zerîf her wiha anî zimên ku gelek hevpeyman bi Iraqê re hene, wê bikevin pratîkê û da zanîn ku têkiliyên wan ên aborî bi Başûrê Kurdistanê re jî xurt in.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî da xuyakirin ku têkiliyên wan bi Îranê re girîng in û divê bên bipêşvebirin û di hemû waran de geş bibin.
Hikumeta Başûrê Kurdistanê jî da zanîn ku têkiliyên wan ên aborî, civakî, çandî û tevgera bazirganiyê bi Îranê re berfireh û xurt in.