KOMKUJIYA PARÎSÊ.. RAYEDARÊN KURD Û FRANSÎ DAXWAZA DARIZANDINA KUJER KIR

Rayedarên Kurd û Frasnî ji bo edaleta li Parîsê meşiyan û bang li hikumeta Feransayê kirin ku komkujiyê ronî bikin.

Rayedarên Kurd û Fransayê derbarê komkojiya Parîsê ya 9’ê Çileyê û tecrîdkirina Rêber Ocalan de ji ajansa Firatê re axivîn.

Rayedaran diyar kir ku;

Komkujiya li vir, tecrîdkirina Rêber Ocalan û polîtîkayên li ser pirsgirêka Kurd li hemû beşan konsepteke.

Gelo Komara Fransayê wê qebûl bike ku dewletek li ser axa Fransayê sûcekî bike yan na?

Bi dîtina me ev yek nayê qebûlkirinê, ev dibe binpêkirina demokrasiyê.

Rayedaran anî ziman ku gel daxwaza edaletê dike.

Em ê li pey vê dozê bin.

Kujer wê teqez bên cezakirin.

Em bang li raya giştî ya navneteweyî û hikumeta Fransayê dikin ku rastiyê derxînin holê.

Leave a Reply

Back to top button