Di êrîşa dewle Tirk li ser Qamişlo de 3 sivîl birîndar bûn

Dewleta tirk a dagirker li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûrî yên aram, êrîş li ser êrîşê pêk tîne.

Piştî êrîşa 16’ê mehê li Dirbêsiyê, vê carê dewlet tirk bi mûşekan êrişî Qamişlo kir.

Di êrîşa li ser taxa Cirnikê ya li bakur- rojhilatê Qamişlo de 3 kes birîndar bûn.

Nûçegihanê me Munzur Şêxo jî li herêmê bû û rewşa dawî şopand.

 

Dewleta tirk a dagirker ji bo aramiya li herêmên rêveberiya xweser xera bike, bi her rengî êrîşan dike.

Îro careke din dewleta dagirker êrîşî herêmê kir.

Vê carê jî hedefa dewleta tirk weke her demê, cihên giştî yên gel bû.

Di saet nêzî 10:00’an de, dewleta tirk mûşekek avêt geraja Roj a li taxa Cir-nikê ya li bakur- rojhilatê Qamişlo.

Di encamê de, şêniyê bi navê Mihemed Xêr, Îbrahîm Çolî (50) û Telal Sîno (40) birîndar bûn.

Şêniyên derdor, birîndar rakirin nexweşxaneya Şehîd Xebat.

Her wiha zirarên madî jî gihişt dikan û malên li herêmê.

Nûçegihanê me Munzur Şêxo jî piştî êrîşî yekser berê xwe da herêmê û li ser rewşa dawî agahî bi raya giştî re parve kir.

 

Amarîka û Rûsiya tevî peymanên bi Tirkiyê re jî li dijî êrîşan bêdengin

Tevî peymanên navbera Amerîka-Tirkiye û Rûsiya-Tirkiyê, lê dewleta tirk êrîşên xwe yên li ser herêmê didomîne.

16’ê Tîrmehê jî li Dirbêsiyê 2 êrîş pêk anîbûn ku di encamê de, 2 leşkerên Rûs û 6 kes birîndar bûbûn.

Back to top button