Hadî El-Amirî: Divê dewleta Tirk demildest ji axa Iraqê derkeve

Serokê Hevalbendiya Fetih Hadî El-Amirî derbarê dagirkeriya Tirkiyê a Başûrê Kurdistan de hikûmeta Iraqê hişyar kir û bang dewleta Tirk jî kir ku yekser ji xaka Iraqê vekişe.

Ji aliyê din jî Serokê Hevalbendiya Fetih Hadî El-Amirî bang li hikûmeta Iraqê kir ku li hember destwerdana dewleta Tirk a li ser axa Iraqê bêdeng nemîne.

El Amîrî di daxuyaniya xwe de got:

“Em bi fikar destwerdana dewleta Tirk a fireh a li dijî bakurê Iraqê dişopînin. Hincet çi dibe bila bibe, ev nayê qebûlkirin.

Ti bihaneyeke navneteweyî yan jî qanûnî yan jî çarçoveyeke rewa ji vê destwerdanê re nîn e.

Destwerdana dawî ji êrişên berê ji aliyê kûrahiya destwerdanê û dema wê ve cudatir e.”

El-Amirî destnîşan kir ku nîşaneyên vê destwerdanê xeternak in, bi taybet li gel ku Tirk dixwazin kembereke ewlehiyê mîna kembera li bakurê Sûriyê ava bikin.

El-Amirî bang li dewleta Tirk kir ku yekser ji xaka Iraqê vekişe.

Her wiha El Amîrî bang li hikûmeta Iraqê kir ku ji bêdengiya xwe derkeve û vê mijarê bixe rojeva Komkara Erebî û Rêxistina Kongreya Îslamî û qadên navneteweyî.

Back to top button