Ji ber baceyan ne da, çeteyan li Bilbilê ciwanê 21 salî bi giranî êşkence kir

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk li navçeya Bilbilê ciwanekî 21 salî bi giranî êşkence kir.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyan li gundê Qestelê Xidiriya yê navçeya Bilbilê ciwanê bi navê Ehmed Izet Elo 21 bi giranî êşkence kir.

Rêxistinê da zanîn, ji ber Ehmed bac ne da, çeteyan lingê wî şikand.

Li gorî Çalakvanên Efrînê jî, 9 Tîrmehê, li gundê Cûqê yê Efrînê, 3 zarok winda bûn.

Yek ji wan zarokê jî Hemîd Sîdo yê (14) ye.

Hat zanîn, dema zarok diçûn nav zeviyan, ew winda bûne.

Back to top button