HPG’ê dimenê çalakiya li Girê Elîşêr ya Geverê weşand

Li dijî dagirkeriya dewleta tirk ya li ser xaka kurdistanê gerîlayên HPG’ê çalakiyên xwe berfireh kirin. Gerîlayên HPG û YJA Star ku xaka başûrê kurdistanê ji dewleta tirk diparêzin, li bakurê kurdistanê jî çalakiyên xwe zêde kirine.

Encam û dimenên çalakiyên ku tên jî têkçûna artêşa tirk ya li pêşberî gerîla nîşan dide. Herî dawî, Gerîla Tv dimenê çalakiya 1 Hezîranê li Girê Elîşêr ya Colemêrgê ku pêk anîbû weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê li ser çalakiyê ev agahî da bû:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 1’ê Hezîranê li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li devera Girê Elîşêr a navçeya Gever a Colemêrgê bicih bibûn çalakiyek kirin.

Di vê çalakiyê de bi xurtî li çeper û stargehên dijmin hate xistin .

Lê têkildarî jimara kuştî û birîndarên dagirkeriyê agahiyên zelal ne hatin bidestxistin.

 

Back to top button