Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyan duh bi şev li başûrê Idlibê careke din êrîşî hev kirin. Li herêmên di bin kontrola hikûmeta Şamê de jî tevlihevî û nebûna ewlehiyê êş û azarên welatiyan giran dike.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh piştî nîvê şevê hêzên hikûmeta Şamê çete li gundê San û Mecdilya li gundewarê Idlibê topbaran kirin.
Her wiha çeteyan jî nuqteyên hêzên hikûmeta Şamê li gundê Dadîx ê rojhilatê Idlibê topbaran kirin.
Derbarê kuştî û birîndaran de ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Şer di navbera hêzên hikûmetê û çeteyan de derket
Li hinek deverên Helebê yê Rojava jî, di navbera hêzên hikûmetê û çeteyan de duh piştî nîvê şevê şer derket.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku her du aliyan li Kefereme û Tedîl êrîşî hev kirin.
Derbarê kuştî û birîndaran de ti agahî nehatin bidestxistin.
Cenazeyên 2 zarokên kuştî li cem pira razî hatin dîtin
Ji aliyê din Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihad ku li bajarê Helebê li cem pira Razî cenazeyên 2 zarokên kuştî hatin dîtin.