“TIRK DIXWAZIN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ LI DIJÎ PKK’Ê RAWESTIN”

Li dijî êrîşa Asayîşa Silêmaniyê li ser çalakvanên sivîl bertek û nerazîbûn derdikevin.

Siyasetmendarên Kurd Mehmud Osman, Mihemed Emîn Pênciwênî û Parlementera Tevgera Goran Gulistan Seîd, li dijî kesên li Silêmaniyê hatin binçavkirin bertek nîşan dan û gotin:

Ev binçavkirin, bi zextên dewletên herêmê û bi taybet Tirkiyê tên kirin.

Tirkiye dixwaze hizbên Başûrê Kurdistanê, bi taybet PDK û YNK li dijî PKK’ê rawestin.

11’ê Çileyê li parka azadî ya Silêmaniyê dema çalakvanên civaka Sivîl di xwestin şehîdên komkujiyê bibîr bênin ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve hatibûn binçavkirin.

Siyasetmedarê Kurd Mehmud Osman der barê binçavkirinên li Silêmaniyê de axivî û got;

Tirkiye dixwaze hizbên Başûrê Kurdistanê, bi taybet PDK û YNK li dijî PKK’ê rawestin.

Ev bûyerên dawiyê çêdibin jî, bi zextên dewleta Tirk yên li ser YNK’ê ve girêdayî ye.”

Binçavkirina şêniyan karek xirabe, ger pirsgirêk hebe divê bi guftugoyê dinava hizban de were çareser kirin.

MIHEMED EMÎN: BINÇAVKIRIN BI ZEXTÊN DEWLETA TIRK HATINE KIRIN

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pênciwênî jî got:

Ev binçavkirin, bi zextên dewletên herêmê û bi taybet dewleta Tirkiyê tên kirin.

Dewleta Tirk dixwaze demokrasiya li Silêmaniyê têk bibe û bi sînordar bike.

Divê di demek nêzîk de kesên li Silêmaniyê ji aliyê asayîşê ve hatîn girtin werin berdan.

Ev kiryar, ziyanê didin hewldanên ji bo pêkanîna kongreya netewî.

PARLAMENTERA GORAN: DIVÊ KESÊN HATINE BINÇAVKIRIN WERIN BERDAN

Parlamentera Tevgera Goran Gulistan Seîd jî li ser heman mijarê axivî û nerazîbûna xwe anîziman.

Partiyên siyasî yên di nava desthilatê de, di dema hilbijartinê de ji bo gelê Başûrê Kurdistanê sloganên aramiyê dianîn ser ziman.

Lê, em di bînin azadî, bîr û baweriya siyasî tê sînordar kirin.

Doh jî zêdeyî 11 partî û rêxistinên başûrê kurdistanê li dijî binçavkirina çalakvanên sivîl daxuyanî dabûn û ev yek weke binpêkirina mafê azadiyê destnîşan kiribûn.

Leave a Reply

Back to top button