Rejîma Îranê 2 kolber kuştin û 500 jî girtin

Hêzên rejîma Îranê li nêzê bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê êrîşê kolberan kirin. Di encama êrîşê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest da, 500 kolber jî hatin binçavkirin.

Li gorî nûçeya Kolber news’ê, hêzên supayê pasdarên Îranê li gundê Tete yê girêdayê bajarê Merîwanê gule li kolberan barandin.

Di encama gulebaranê de kolberek jiyana xwe ji dest da û kolberek jî di dema êrîşê de ji çiyê ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Her wiha hate gotin ku hêzên rejîmê 500 kolberan jî binçav kirine û dest danîne ser kelûpelên wan.

Duh jî li sinorê Çaldiranê hêzên rejîmê kolberek bi navê Ramîn Bilixkanlû birîndar kir.

Back to top button