Dewleta Tirk gundewarên Şerayê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker duh êvarê careke din gundên navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran kirin. 

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa dagirker gundên Meranaz, Malikiye, Şiwarxa û Kela Şiwarxa yên navçeya Şerayê bi dijwarî topbaran kirin.

Duh, dewleta Tirk bi mûşekan êrîşî taxa Cirnikê ya bakur- rojhilatê Qamişlo jî kir. Di encamê de, 3 kes birîndar bûn.

Back to top button