Fermandara YJA Star: Hesabê Enqereyê li Heftanînê bi cih nehat

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik diyar kir ku hesabê Enqereyê li Heftanînê bi cih nehat. Zozan da zanîn jî ku dewleta Tirk bêyî teknîkê, nikare gavekê jî biavêje.

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik, berxwedana ku ev zêdeyî mehekê li Heftenînê li dijî artêşa Tirk a dagirker dewam dike û di vê berxwedanê de destanên lehengîyê tên nivîsandin, nirxandin.

Zozan Çewlik destnîşan kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya hikumeta AKP-MHP’ê, gerîlayên HPG’ê YJA Starê ne û got:

“Herî dawî bi navê ‘Pençe Kaplan’ dest bi êrîşa dagirkeriyê kirin. Êrîşa dagirkirinê ev zêdeyî mehekê dewam dike.

Hesabê Enqereyê li Heftanînê bi cih nehat, generalên wan bêdeng bûn û her roj derewekê dikin.”

Fermandara YJA Star: Dewleta Tirk ne ji teknîkê be, nikare gavekê jî bavêje

Zozan her wiha diyar kir ku berxwedaneke bêhempa li Heftanînê tê meşandin û ev agahî dan:

“Dewleta Tirk di Heftanînê de ji texmînan zêdetir, teknîkê bi kar tîne.

Di vî şerî de, artêşa dagirker ji bo hêzên xwe li girê Xanturê deyne, di şevekî de 50 carî ev gir bombebaran kir, lê dîsa jî nikarîbû gir bigire.

Leşkerên Tirk li pêşberî gerîlayan, gelekî ditirsin û ne ji teknîkê be nikarin gavekê jî biavêjin”.

Fermandara YJA Starê Zozan anî ziman ku dewleta Tirk li hember rihê Apocî têk çûye û wiha behsa lehengiya her du gerîlayên bi navê Esmer û Rustem ku di berxwedana li dijî dagirkeran de şehîd bûne, kir:

“Heval Esmer li Şeşdarê berxwedaneke efsanewî nîşanda, her wiha Heval Rustem ku tevlî gelek çalakiyan bû, li dijî hêzên dijmin şer kir û ji bo nekeve destê dijmin xwe ji zinar avêt.

Artêşa dagirker li peşberî vî ruhî ji zû de têk çûye.”

Fermandara YJA Star: Divê partiyên Başûr nekevin xefika dijmin

Zozan Çewlîk da xuyakirin ku êrîşa li Heftanînê her çend weke operasyonekê li dijî PKK’ê tê nîşandan jî, êrîşeke dagirkeriyê li dijî tevahiya Başûrê Kurdistanê ye.

Fermandar Zozan, berxwedana xelkê Şêladiz, Silêmanî û Behdînanê silav kir û bang li gel û partiyên Başûrê Kurdistanê kir ku rastiyê bibînin, nekevin xefika dijmin û xwedî li welat û xaka xwe derkevin.

Back to top button