Duh li Şehbayê, bi beşdarbûna 8 tîman, tûrnûveya asta yekemîn a footbolê a zilaman dest pê kir.
Tûrnûva ji aliyê Yekîtiya Demokratîk a Werzîşê ya Herêma Efrînê ve hat birêxistinkirin.
Maç dê 2 mehan li kantona Şehbayê dewam bike û hefteyê rojekê wê were lîstin.
Maça yekemîn jî, duh di navbera tîmên beşdar de hat lîstin.
Jixwe tîmên ku bi ser bikevin jî, wê werin xelatkirin.