LEYLA GUVEN: FAŞÎZM DI ÇEMBERYA HILWEŞANDINÊ DE ASÊ MAYE

Di roja berxwedana xwe a 67’an de, parlementera HDP’ê Leyla Guven ji zindana Amedê peyamek şand.

Guven diyar kir ku faşîzm di çembera hilweşandinê de asê maye û biryardariya xwe a ji bo serkeftina berxwedanê dubare kir.

Di vê navberê de ji ber rewşa tenduristiyê ya xerab, Leyla Guven îro jî nekarî hevdîtina li gel parêzerên xwe pêk bîne.

Ji Zindana Amedê, parlementera HDP’ê Leyla Guven di roja çalakiya xwe a 67’an de, peyamek ji bo Civata Giştî a Kongreya Gelan a Demokratî şand..

Guven di peyama xwe de balê dikşîne ser van xalan:

Di van rojan de ku em bi awayekî rêxistinkirî li dijî her cûreyên kapîtalîzmê şer dikin, bi bîr û baweriyeke mezin xwedî li ked û rûmeta xwe derdikevin.

Di oxira azadiyê de bi hezaran şoreşgerî canê xwe feda kirin. Mîrateya ku Kemal Pîr, Sakîne Cansiz, Deniz Gezmîş û hevalên wan ji me re hişît, ji her demê zêdetir zindî ye.

Ji ber vê yekê, faşîzm ewqas har bûye.

Îro di navbera îradeya azad û faşîzmê de şerekî giran heye.

Di salvegera 20’an a komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, binpêkirina rûmeta mirovahiyê di asta xwe a herî jor de ye .

Lewma min biryara çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger da.

Îro bi sedan hevalên me ên girtî bi heman daxwazê di nava berxwedanê de ne.

Dema em rastiya tecrîda li Îmraliyê bigrin dest, eşkere dibe ku ev êşkenceya girnan di heman demê de li dijî jinan, derdorên muxalif, rewşenbîr û hunermendan jî tê kirin.

Em ji bîr nekin, rihê têkoşîna me a hevpar ku li Kobanê derket holê, nîşan da ku em xwedî hêzeke mezin a serkeftinê ne.

Bi slogana “Em tecrîdê bişkînin û faşîzmê hilweşînin”, weke girtiyên zindanan me karîbû faşîzmê di nava çemberê hilweşandinê de asê bikin.

Ew bibin şopdarê wan kesên ku digotin, “Em amade ne di oxira heskirina jiyanê de canê xwe feda bikin.”

Leave a Reply

Back to top button