“Ji bo Tirkiye êrîşên xwe rawestîne, divê dengê gel bilindtir bibe”

Kampanyaya îmzeyan a ku ji bo derxistina dewleta Tirk hatibû destpêkirin, li seranserî Başurê Kurdistanê didome. Şêwirmendê Serokkomarê Iraqê piştgirî da kampanyayê û bang li gel kir ku dengê xwe bilindtir bikin. Çavdêrê siyasî Mihemed Bekir jî piştgirî da peyama Kalkan û diyar kir ku divê piştgirî pratîkî bê dayîn, ne tenê bi gotinê be.

Siyasetmedar, pêşmergeyên dêrîn, mamoste, parlamenter û gelek aliyên cuda jî di nav de, bi hezaran kes îmze ji bo derxistina Tirkiyê ji Başûrê Kurdistanê dan û piştgiriya xwe eşkere kirin.

Şêwirmendê Serokkomarê Iraqê Mahmûd Salar pişgirî da vê kampanyayê û got:

“Dewleta Tirk sînoran derbas dike û qanûnên navneteweyî û herêmî binpê dike.

Gelê Başûrê Kurdistanê vê yekê qebûl nake.

Ji bo Tirkiye êrîşên xwe rawestîne, divê dengê gel bilindtir bibe û pêvajoya aştiyê ji nû ve bê destpêkirin.

Parlementerê Serbixwe yê Başûr Mam Bûrhan jî piştgiriya xwe bi vê kampanyayê re anî ziman.

Çavdêrê siyasî yê Grûpa Wijdan Mihemed Bekir piştgirî da banga kalkan

Çavdêrê siyasî yê Grûpa Wijdan Mihemed Bekir jî piştgirî da banga Endamê Komîteya Rêvber a PKK’ê Duran Kalkan û got:

“Piştgirî tenê bi gotinê nabe.

Şkandina dagirkeriyê bi yekrêzî, yekhelwestî û hebûna di yek çeperê de pêk tê.

Peyama Duran Kalkan jî di vê çarçoveyê de ye, mebesta wî ne tenê divê piştgirî bi gotinî be, divê pratîkî bê dayîn.”

Herî dawî Kalkan bang kiribû ku “bila pêşmerge li rex gerîla li dijî dagirkeriya dewleta Tirk cih bigirin”.

Çavdêrê siyasî bêhelwestiya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî şermezar kir û da zanîn ku serwerên wê bi hêzên dagirker ve girêdayî ne û xizmetê ji wan re dikin.

Bekir bang li gelê Kurd û gelên herêmê kir ku hişyar bin û li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

Back to top button