Li eyaleta Kadona ya li bakurê Nîjeryayê, çekdarin nenas êrîşî şahiyekê kir û di encamê de 18 kes hatin kuştin.
Çavkaniyên xwecihî ragihand ku li gundê Kokom Dacî yê li devera Kora, çekdarin li ser motorsiklêtan êrîşî şahiyeke guhestinê kir û gule li mêvanên şahiyê barandin.
Çavkaniyan ji Reutersê re eşkere kir ku 15 kes yekser hatin kuştin û 3 kesên din jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û 30 kes jî birîndar bûn.
Kadona li bakurê Nîjeryayê ye û piraniya niştecihên wê Misilman in û carcaran di navbera xwediyên sewal û cotkaran de, şer û pevçûn ji bo mafên çêrandin û avê, derdikevin.