30 Maşîneyên Tirkiyê derbasî herêma Pûtin-Erdogan bûn

Dewleta Tirk, karwaneke din a leşkerî di derîyê Kefer Losîn yê li bakurê Idlibê, derbasî herêma Pûtin-Erdogan kir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku, ev karwan ji 30 maşîneyên girtî ku bi alavên lojîstîk barkirî bûn, pêk dihat.

Li gorî daneyên Çavdêriyê, ji destpêka agirbesa Pûtin-Erdogan û heta niha, 4 hezar û 905 maşîneyên Tirkiyê, tevî hezarên leşker, derbasî Sûriyê bûne.

Back to top button