“EZ Ê GREVA BIRÇÎBÛNÊ BIDAWÎ NEKIM”

Çalakger Nasir Yagiz ê ku ev 54 roj in li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, ragihand ku ew ê çalakiya xwe bidomîne.

Çalakgerên li bajarê Strasburgê û Îlhan Şîş ê li Gallerê jî peyam dan ku heta tecrîdkirina Rêber Ocalan were şikandin, ew ê dest ji berxwedana xwe bernedin.

Endamê Meclisa HDP’ê li herêma Başûrê Kurdistanê Nasir Yagiz, 54 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Têkildarî hevîdtina 12’ê Çile a li gel Rêber Ocalan, Yagiz ji Ajansa Roj News’ê re axivî û ev peyam da:

Heta tecrîdkirina Rêber Ocalan bidawî bibe wê çalakiya xwe bidomîne.

HETA ŞIKANDINA TECRÎDÊ EM Ê BERXWEDANA XWE DEWAM BIKIN

Bi heman armancê çalakgerên greva birçîbûnê li bajarê Fransayê Strasburgê jî daxuyanî dan..

Çalakgerên grevê diyar kir ku piştî serdana Mehmet Ocalan a Girava Îmraliyê ew pêwîst dibînin ku hin mijaran bi raya giştî re parve bikin û wiha dewam kirin.

Bê goman piştî ewqas sal, wergirtina aghiyek ji Rêber Apo ji bo me û tevahiya gelê Kurd çavkaniya moralê ye.

Me careke din ku bi xurtkitina berxwedanê mirov dikar encamê bidest bixe.

Lê belê wek tê zanîn, armanca sereke a çalakiya me bi temamî şikandina tecrîdkirina Rêber Apo ye.

Lewama hevdîtinek wiha bi ti awayî nabe bersiva daxwazên me.

Em ji bîr nekin ku faşîzma AKP’ê sala 2016’an jî bi rêbazeke wiha hewl da pêşî li berxwedanê bigre.

Niha careke din bi destûrdayîna hevdîtinekê dixwaze berxwedana me pûç bike.

Em weke endamên Însiyatîfa Azadiya Ocalan ku ji 17’ê Kanûnê li Strasburgê di çalakiya bêdem û bêdorveger de ne radighînin ku heta tecrîd bi temamî were şikandin, berxwedana me wê dewam bike.

EZ Ê GREVA BIÇÎBÛNÊ BIDAWÎ NEKIM
Li Gallera Birîtanyayê jî Îlhan Şîş ê 28 roj in di grevan birçîbûnê de ye jî daxuiyanî da.

Şîş diyar kir ku ew biryardarî û helwesta girtiyên li zindanan dipejirîne û got, heta şikandina tecrîdkirina Rêber Ocalan pêk were, ew ê çalakiya xwe dewam bike.

Leave a Reply

Back to top button