Ilisû-Heskîf betona ku Qesra Biçûk diparast, hilweşiya

Li bajarê kevnar Heskîf ku ketiye bin Bendava Ilisûyê, Qesra Biçûk a 900 salî bi hilweşandinê re rû bi rû mabû. Niha jî betona li dora qesrê hatibû lêkirin, hilweşiya. 

Cihên dîrokî yên li Heskîfê, di bin navê parastinê de, bi betonê hatin dorpêçkirin.

Yek ji van cihên dîrokî jî Qesra Biçûk a xwedî 900 salî ye.

Tê gotin, xwestine bi betonê vê qesrê biparêzin, lê ew jî di bin avê de ma.

Piştî qesr bi avê re rû bi rû ma, niha ew betona ku li derdora qesrê hatibû lêkirin, hilweşiya û qesr jî li ber hilweşandinê ye.

Back to top button