Ebdulkerîm Sarûxan: Ocalan ji bo Rojhilata Navîn banga sistemek adil dikesehba

Berpirs û Sisetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûrî diyar kir ku Rêber Ocalan, ji bo Rojhilata Navîn banga sistemek adil dike. Berpirsan anî ziman ku Tirkiyê ji fikir û pêşniyarên Rêbertî ditirse û bi girankirina tecrîdê, dixwaze dengê demokrasiye tune bike.

Pergalên desthilatdar li herêmên Rojhilata Navîn, şerê demokrasiyê dikin.

Hemû pêşniyarên Rêber Ocalan ên derbarê pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn de napejirînin..

Çavdêr û siyastemedar jî dibînin ku desthilatdariya Tirkiyê ji fikir û pêşniyarên Rêbertî, ditirse.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ebdulkerîm Sarûxan diyar kir ku Rêber Ocalan, ji bo Rojhilata Navîn banga sistemek adil dike û çareserî li cem heye.

Sarûxan got:

“Desthilatdariya Tirkiyê ji fikir û pêşniyarên Rêbertî yên derbarê çareserkirina krîza Rojhilata Navîn û bi dawîkirina nakokiyên kûr, ditirse.

Bi girankirina tecrîdê, texmîn kir ku wê karibe belavbûna fikirê wî asteng bike.

Ji ber ku baş dizane Rêbertî dikare bi milyonan bi aliyê xwe ve bikişîne.

Ramanê Rêbertî li Bakurê Sûriyê pêk tê û diyar e.”

Gulîstan Ibrahîm: Fikirê Ocalan li dijî qanûnên hegemoniya baviksalarî ye

Endama Buroya Jinan a MSD’ê Gulîstan Îbrahîm jî destnîşan kir ku Rêber Ocalan xwedî fikireke demokratîk e û fikirê wî li dijî qanûnên hegemoniya baviksalarî ye.

Back to top button