Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Pentagon eşkere kir ku hêzên wan ên asmanî dê 8 balafirên ji cureya F-35 ên herî peşketî li cîhanê, ku ji bo Tirkiyê hatibûn çêkirin, bikirin.
Dewleta Tirk plan dikir ku 100 balafirên F-35 bikire, lê piştî lihevkirina wê ya bi Rûsyayê re û kirîna pergala S-400, Amerîka firotina van balafiran bo Tirkiyê rawestand.
Her wiha Amerîka, bernameya rahênankirina pîlotên Tirk li ser bernameya F-35 jî rawestand.
Jixwe berî niha gelek caran Amerîka gefa vê yekê li Tirkiyê xwaribû.
Tê zanîn, balafirên F-35 ji aliyê NATO û hevalbendên Amerîkayê ve tên bikaranîn û sawên Waşington hene ku eger S-400 û F-35 bi hev re li welatekî werin belavkirin, dibe ku agahiyin hestyar ên F-35, bikevin destê Rûsyayê.