Li Kobanê bi nêzîkbûna cejna Qurbanê nirxê goşt zêdetir dibe

​​​​​​​Cejna Qurbanê nêz bû.
Gel jî, ji bo cejnê di nava amadekariyan de ye.
Lê bûhabûn pêdiviyên jiyanî, bûye pirsgirêkeke sereke.
Bi taybetî bi nêzîkbûna cejna Qurbanê re, bihabûna goşt, bandoreke neyînî li amadekariyên cejnê dike.

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe ji bo pêşwazîkirina cejna Qurbanê amade dikin, lê amadekarî rastî bihabûna goşt tê.

Îsal rewş li Sûriyê cuda ye, daketina nirxê lîreyê Sûriyê li hember dolar, bû sedema bihabûna tiştan.

Ev bihabûn jî bandoreke neyînî li amadekariyên cejnê dike.

Ji ber bihabûna goşt, beşeke mezin ji şêniyan nekarîn qurbanan bikirin û tevgera gel ji kirîna pêwîstiyên cejnê re lawaz bû.

Mislim Seydî jî anî ziman ku êdî gel berê xwe nade kirîna goşt.

Mislim Seydî dawiyê got:

Pez li derve biha tê firotin û vê yekê hişt ku bazirgan ber bi derve ve bişînin, ji ber vê yekê buhayê pez li sûkê bilind bûye.

Pêkanîna Qanûna Qeyser jî bandoreke zêde li aboriyê kir.

Back to top button