KCDK-E: 16’Ê ÇILEYÊ LI STRASBOÛRGÊ BIN

Ji bo piştgiriyê bidin çalakiyên greva birçîbûnê, bi pêşengiya KCDK-E wê 16’ê Çileyê li bajarê Strasboûrgê çalakiyek were lidarxistin.

KCDK-E bi daxuyaniyek bang li Kurd û dostên wan kir ku 16’ê Çileyê li Strasbûorgê bin.

KCDK-E di daxuyaniya xwe weha dibêje:

Ji bo çalakiyên greva birçîbûnê zû encam bigirin, divê li her derê berxwedan bê geşkirin.

Xeleka ku li dora berxwedanê bê afirandin, wê zextê li saziyên navneteweyî bike ku bi erka xwe rabin û pêşî li şehadetan bigire.

KCDK-E’yê bêdengiya saziyên navneteweyî li pêşberî polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk weke derba li wijdan û binpêkirina nirxên mirovan bi nav kir.

KCDK-E diyar kir ku ewê bi çalakiya xwe ya 16’ê mehê re daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bilind bikin û ev bang kir:

Emê li ber saziyên CPT, Konseya Ewropa û Parlamenta Ewropayê çalakiyê bikin.

Emê ji wan re bêjin bes xwe li kor, ker û laliyê bidin.

Lewra bi navê KCDK-E û TJK-E bang li mirovên xwedî wijdan û bi rûmet dikin ,şoreşger û demokrat dikin ku tevlî çalakiyê bibin.

Leave a Reply

Back to top button