Weqfa destekdayîna Kurdistanê alîkariyên tenduristî şandin Rojava

Weqfa Destekdayîna Kurdistanê ya li Rûsyayê, ji Bakur-Rojhilatê Sûriyê re derman û alîkariyên tenduristî şandin. Heyva Sor a Kurd alîkariya ku hatî şandin, wergirt.

Weqfa Destekayîna Kurdistanê ji bo ku alîkariyê pêşkêşî koçber û penaberên li hundir û li derveyî Rûsyayê bike, 4 sale dixebite.

Îro weqfê, beşa yekem ji alîkariyên tenduristî radestî rêxistina Heyva Sor a Kurd kir.

Di nava alîkariyan de derman, pêwîstiyên tenduristî û hinek dermanên lênerîna destpêkê hene.

Li gorî komîteya ragihandinê ya Heyva Sor a Kurd, wê derman li nexweşxane û navendên tenduristiyê yên girêdayî Heyva Sor a Kurd werin belavkirin û ew jî wê bê pere li welatî, koçber û penaberan belav bikin.

Back to top button