Polîsên faşîzma AKP’ê li Stenbolê êşkence li çalakgeran kir

Doh li Stenbolê di dema merasîma bîranîna salvegera 5. a komkujiya Pirsûsê de polîsan êrîşî çalakgeran kirin û 54 kes binçav kirin.

Polîsên ku di dema binçavkirinê de êşkence li çalakgeran kirin, ji bo 48 kesan biryara binçavkirinê dirêj kir.

Hevserokê Şaxê Stenbolê yê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Ferat Bogatekîn ku muwekîlên xwe dît, diyar kir ku li ser bedena wan şopa lêdanê hebû û 4 saetan bi rengekî dest ji paş ve kelepçekirî di wesayitê de hate hiştin.

Midûrîyeta faşîzma AKP’ê dema binçavkirina 48 kesên li Stenbolê girtî dirêj kir

Ji 54 kesên ku li Kadikoy a Stenbolê di dema bîranîna qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê de hatin binçavkirin, 4 parêzer û 2 zarok duh êvarê hatin berdan.

Têkildarî 48 kesên li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê binçavkirî ne dozgeriyê biryar da ku dema binçavkirinê 24 saetan bê dirêjkirin.

Back to top button